Jiyan
Trump: Îranê bi dizî Uranyum meyandiye û dê siza bên zêdekirin
PeyamaKurd - Serokê Amerîka Donald Trump, Îran bi meyandina Uranyumê tawanbar kir û got Îran bi dizî û bo demek dirêj meyandina uranyumê encam daye, hişyarî dan ku dê di demek nêzîk de sizayên ser Îranê bên zêde kirin. Trump Îran bi binpêkirina "peymana navokî ya xerab" tawanbar kir.
Di heman demê de rêxistina Netewên Yekbûyî (NY) civîneke awarte li ser binpêkirina Tehranê yên peymana navokî li dar xist.
Trump di twîteka xwe de yauh de nivîsand "madem Îranê bi dizî Uranyum meyandiye ev binpêkirina tam ya peymana xerabe, ya ku 150 mîlyar dolarên Amerîkî têçûne ku wezîrê derve yê berê John Kerry û rêveberîya berê ya Barack Obama pêkanî bû".