TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Trump: Îran derbeyeke giran dixwe

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 01 adar 2026 10:04
Serokê Amerîyê Donald Trump îdia kir ku êrîşên li ser Îranê bi bandor bûn û vê yekê rê li ber çareseriyeke dîplomatîk hêsan kir.

RûpelNews - Di hevpeyvîneke telefonî de bi CBS News re, Trump li ser êrîşên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê şîrove kir.Dema ku derbarê îhtîmala çareseriyeke dîplomatîk piştî operasyona ku serokê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî kuştî, jê hat pirsîn, Trump got, "Niha, eşkere ye ku ji rojek berê pir hêsantir e. Ji ber ku ew derbeyeke giran dixwin."

‘Ev ji bo vî welatî rojeke mezin e’

Trump, ji encamên êrîşan baweriya xwe anî ziman û êrîşên li dijî Îranê wekî "rojeke mezin ji bo vî welatî, rojeke mezin ji bo cîhanê" bi nav kir. Trump her wiha îdia kir ku "namzedên baş" hene ku dikarin piştî mirina Xameneyî serokatiya Îranê bigirin dest, lê derbarê mijarê de ti hûrgilî nedan.

Trump, di nirxandina xwe de got, êrîşên Îranê yên heta niha ji ya ku dihate payîn sînordartir bûne, û wiha axivî: "Me digot qey dê du qat zêdetir be. Heta niha, ji ya ku me hêvî dikir kêmtir e."

Dema jê hat pirsîn ka ew ê li ser Îranê bi Kongreyê re bixebite, Trump got ku ew her dem dixwaze bi wan re bixebite. 

Dema jê hat pirsîn ka gelo ew operasyonên leşkerî yên Amerîkayê li Îranê wek "şer" dihesibîne, Trump diyar kir ku armanca wan ya sereke ew e ku gefên li ser Amerîkayê ji holê rakin.

 

 

Parve bike: