TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Trump: Hevdîtinên John Kerry bi berpirsên Îranî re ne yasayî ne

📅 15 îlon 2018 21:09

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump rexne li Wezîrê Derve yê berê yê welatê xwe John Kerry girt û ragihand, ku ew hevdîtin li dijî siyaseta Amerîkayê ne û ne yasayî ne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser rûpela xwe ya Twîtterê derbarê hevdînitên Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkayê  John Kerry bi Wezîrê Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf û çend berpirsên din ên Îranê bi awayeke nehênî wiha nivîsî û got: "John Kerry hevdîtinên ne yasayî bi rejîma Îranê re pêk anîne ev yeke jî li dijî berjewendî û siyaseta welatê me û gelê Amerîkayê ye."

Herwiha Trump di nivîsa xwe de da zanîn ku, John Kerry ji wan berpirsên Îranê xwestiye çaverê bibin heta ku, rêveberiya min ji Amerîkayê re bi dawî bibe û ev yeke xirab e.

Berî niha Wezîrê Derve yê berê yê Amerîka John Kerry di çarçoveya bengeşeya pirtûka xwe de tekez kiribû ku, ew 3ê caran bi wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf re civiya ye.

Parve bike: