Jiyan
Trump: Heke bêm hilbijartin ez ê operasyona herî mezin a dersînorkirinê pêk bînim
PeyamaKurd – Namzedê hilbijartinên serokatiya Amerîkayê yê Komarîyan Donald Trump, serdana sînorê Meksîkayê kir û soz da ku dema bê hilbijartin dîwarê sînor ê avakirina wî dest pê kiriye temam bike.
Trump li ber dîwarê sînorê Meksîkayê yê li başûrê eyaleta Arîzona Cochise Countyê axaftinek ji alîgirên xwe re kir û ji bo koçberiya nerêkûpêkî Joe Biden û Kamala Harris tawanbar kir.
Herwiha Trump soz da ku heger bê hilbijartin ew dê avakirina sînorê Meksîkayê temam bike û li ser qaçaxçîyên tilyakê jî cezayê giran bisepîne.
Trump got ku ew dê operasyona di dîrokê de ya herî mezin ji bo dersînorkirina koçberan pêk bîne.