Jiyan
Trump gesta xwe ya bo Amerîka Latînî betal kir
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump wê biçûya seredana Amerîka Latînî lê ji ber mijara Sûriyê ku çekên kîmyewî bikaranîbû, çûna xwe betal kir.
Li gor ji Qesra Sipî hat ragihandin, li Amerîka Latînî wê “”Zîrwe ya Latîn Amerîka” çêbibe û di şûna Trump de wê cîgirê wî Mike Pence here zîrweyê.
Trump li ser êrîşên çekên kîmyewî bo ser Dûmayê, bertekeka dijwar nîşanî Beşer Esed dabû û di ser hesabê xwe yê Twitterê de, Esed bi gotina “heywan” navandibû û gotibû ku wê bedela vê kiryarê bide.
Amerîka ragihandibû ku di navbera 24-48 sietan de wê reaksiyona xwe nîşan bide.