TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Trump: Ger me êriş nekiriba wê ew êrişî me kiriba

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 03 adar 2026 19:27
Trump û Merz di civîneka hevpar de li ser operasyonên leşkerî li dijî Îranê û rewşa ewlehiya herêmî axaftin. Trump îşaret kir ku operasyonên leşkerî dibe ku heya çar hefteyan bidomin.

RûpelNews - Trump û Merz di civîneka hevpar de li ser operasyonên leşkerî li dijî Îranê û rewşa ewlehiya herêmî axaftin. Trump îşaret kir ku operasyonên leşkerî dibe ku heya çar hefteyan bidomin.

Civîn li Qesra Sipî bû

Serokê Amerîkayê Donald Trump,  Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merzî li Qesra Spî pêşwazî kir. Ev pêşwazî,  wek yekem têkiliya rû bi rû ya Trump bi serokeke biyanî re piştî destpêkirina operasyonên leşkerî yên Amerîka û Îsraîl li dijî Îranê tê hesibandin.

Di destpêkê de plan bû ku mijarên şerê Ukrayna û têkiliyên aborî yên Ewropa–Dewletên Yekbûyî werin nirxandin, lê ewlehiya herêmî û operasyonên li dijî Îranê bûne mijara sereke.

Di Operasyonên li dijî Îranê de peyama Trumpî

Trump di civînê de piştgirî da operasyonên Dewletên Yekbûyî û îşaret kir ku ew dikarin demek dirêj bidomin. Wî got: “Ger me êrîş nekira, ewê êrîş bikirana. Em ne bûn aliyê ku gava pêşî avêt.”
Trump her weha got ku operasyonên leşkerî dibe ku nêzîkî çar hefteyan bidomin.

Di nirxandina pêşeroja siyasî ya Îranê de jî, Trump behsa îhtîmala guhertina rejîmê kir û got:

“Senaryoya herî xerab ew e ku rêberê nû jî mîna Ali Hamaney be. Em vê encamê naxwazin.”

Helwesta Almanyayê

Serokwezîr Merz ji diyar kir ku şerî, zirarê diede aboriya Ewropayê û daxwaz kir ku pevçûn zûtir bi dawî bibin. Wî got Almanya piştgirî dide pêvajoya veguherîna demokratîk a gelê Îranê û bi gotina “Dawiya rejîma molla nêzîk dibe” helwesteke tund nîşan da.
 

Parve bike: