Trump: Gelek welat dê li gel Amerîka keştiyên şer bişînin
RûpelNews - Donald Trump got ku gelek welat dê li gel DYA keştiyên şer bişînin Tengava Hurmuzê.
Di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, Trump got, "Em dê, bi vî awayî an bi wî awayî, misoger bikin ku Tengava Hurmuzê di demek nêz de vekirî, ewle û azad be."
Trump wiha got:
"Gelek welatên ku ji hewldana Îranê ya ji bo girtina Kendava Hurmuzê bandor bûne, dê ligel Dewletên Yekbûyî keştiyên şer bişînin herêmê da ku misoger bikin ku kendav vekirî û ewle bimîne. Her çend me şiyanên leşkerî yên Îranê bi temamî bêbandor kirine û heta eger ew bi giranî têk çûbin jî, hîn jî mimkin e ku ew yek an du dronan bişînin, mayînekê deynin, an jî mûşekek kurt-menzîl li her xalekê li seranserê vê rêya avê biavêjin.
'Em dê keştiyên Îranê têk bikin'
Trump wiha domand:
"Em hêvî dikin ku Çîn, Fransa, Japonya, Koreya Başûr, Brîtanya û welatên din ên ku ji vê rewşê bandor bûne jî keştiyan bişînin herêmê. Bi vî awayî, Kendava Hurmuzê dê êdî nebe gefeke ji aliyê welatekî ve ku serkirdayetiya wî bi giranî hatiye tune kirin.
Di vê navberê de, Dewletên Yekbûyî dê li ser herêmên peravê êrîşên hewayî yên dijwar pêk bîne û dê têkbirina keştiyên Îranê li ku derê bên dîtin bila bên dîtin, bidomîne."