Cîhan
Trump gef li Ûmmanê xwar: Em dê bomberan bikim
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku eger Ûmman li Tengava Hurmuzê, li pêşiya operasyonên Amerîkayê bibe asteng, ew ê li Ûmmanê bombebaran bikin û wêran bikin.
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê Tengava Hurmuzê de ji Fox Newsê re daxuyanî dan.
Trump derbarê egera destwerdana Ûmmanê li ser operasyonên Amerîkayê yên li Hurmuzê de wiha bersiv da, "Eger Ûmman ji me re bibe asteng em ê wan perçe perçe bikin, em ê wan bi erdê ve bikin yek."
Trump her wiha diyar kir ku peywendiyên veşartî bi rayedarên Pasdarin Îranê re hene.
Li gor gotina Trump tenê beşeke biçûk ji cebilxaneya DYE li Îranê hat bikaranîn û got: "Hejmareke zêde çekên me ên mezin hene."
Li ser bidawîbuna dema lihevkirina ligel Îranê Trump got: "Ecela nakim, divê Tahran teslîm bibe."