TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Trump diyar dike ku ew dikare bi Ruhanî re bicive

📅 27 tebax 2019 10:04

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî Civîna Bilind a G7 dîyar kir ku dibe ku ew bi Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî re bicive.

Trump da zanîn ku ger "şert rast û durist bin" ew ê bi Ruhanî re hevdîtinê çêke. Wî di preskonferansê de bê ku nav bide ser Ruhanî got ku "Herhal dixwaze hevdîtinek çêbe." 

Di navbera Washington û Tehranê de ji 1980yî vir ve ti peywendîya dîplomatîk ya fermî tune ye.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, ku bi Trump re di heman preskonferansê de bû, dîyar kir ku ew bi telefonê bi Ruhanî re axiviye û wî gotiye heta ku li gor berjwendîya Îranê be ew dikare bi hemî rêberan re kom bibe.

Macron got, "Ez dixwazim ku di hefteyên pêş de di navbera Trump û Ruhanî de hevdîtinek li dar keve"

Hin çavkanî dibêjin ku Trump û Ruhanî dibe ku meha pêş di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de kom bibin.

Parve bike: