TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Trump: Divê leskerên Rûsyayê ji Venezuelayê vekisin

📅 28 adar 2019 14:18

PeyamaKurd - Serokê Dewleta Amerîka Donald Trump dîyar kir ku divê leşkerên Rûsyayê ji Venezuelayê vekişin

Trump di hevdîtna bi Fabiana Rosales re, ku xanima rêberê rikeberîyê Juan Guaido ye, ji rojnamevanan re jî axifî, ‘"Ji bo leşkerên rûsî ji Venezuelayê derkevin hemû alternatîf vekirî ne. Rûsya divê ji wir vekişin’"

Trumpî da zanîn ku ew "heta dawîyê’" alîgirê Guaido û hevkarên wî ne.

Guaido di meha rêbendanê de li dijî Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro xwe wek serokê demkî yê wî welatî ragihandibû. Amerîka û bi qasî 50 welatên din piştgirîya Guaidoyî dikin û li alîyê din jî Rûsya, Çîn û Tirkîye piştgirîyê didin Maduroyî.

Hêjayî gotinê ye ku şemîya borî bi qasî 100 leşkerên rûsî bi balafirên Rûsyayê çûbûn paytexta Venezuelayê Caracasê.

Parve bike: