Trump derbarê şerê Îranê de peyamek nû da
RûpelNews - Trump destnîşan kir ku danûstandinên bi Îranê re berdewam in û got ku dê di nêzîk de eşkere bibe ka gelo alî dikarin bigihîjin lihevkirinekê an na. Serokê DYAyê îdia kir ku Îran amade ye bigihîje peymanekê û got, "Em ê zûtirîn dem de dawî li vî şerî bînin.s"
"Em ê teqez rê nedin çekên atomî"
Trump her wiha behsa şiyanên leşkerî yên Îranê kir û îdia kir ku hêzên deryayî û parastina hewayî yên welêt bi giranî hatine bêbandor kirin. Trump her wiha derbarê avaniya serkirdayetiya siyasî û leşkerî ya Îranê de jî gotinên balkêş kirin û diyar kir ku hin serok êdî ne li ser postên xwe ne.
Di heman demê de, Trump tekez kir ku ew ê teqez rê nedin Îranê ku çekên atomî pêş bixe, û got, "Em nikarin vê yekê tehemul bikin û em ê tehemul nekin."