Trump çawa axivî, bihayên petrolê zêde bû yên zêr daket
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump ku ji bo lûtkeya NATOyê ya ku li Tirkiyeyê tê lidarxistin li Enqerê, di konfêranseke çapemeniyê de li ser pirsa "Gelo agirbestiya bi Îranê re bi dawî bû?" wiha bersiv da:
"Ez bawer dikim ku ew niha bi dawî bû; ez êdî naxwazim bi wan re mijûl bibim. Ew rezîl in, bêrehm û tundûtûj in. Ew ji aliyê mirovên nexweş ve tên birêvebirin. Ger çekên wan ên nukleerî hebûna, wan ê bi kar bianiyana. Ji aliyê min ve, êdî bes e."
Bihayên petrol zêde bûn
Piştî daxuyaniya Trump bihayên petrolê ya xam a Brent û ya Amerîkayê bilind bûn. Nirxê her du cureyên petrolê ji sedî 5 zêdetir bû. Bihayê petrolê ya xam a Brent vê hefteyê ji sedî 8 zêdetir bû.
Heya niha (12:15), barîlek petrola xam a Brent bi 78.48 dolarî tê firotin. Di heman demê de, bihayê petrola xam a Amerîkayê 75.11 dolar e.
Bihayên zêr daketin
Onsê zêr ku duh bi 4,106,24 dolarî girtibû, beriya daxuyaniya Trump bi 4,120 dolarî dihat firotin. Piştî daxuyaniyê, biha daket bin 4,000 dolarî. Heya niha (12:18), onsê zêr 4,053.94 dolar e.
Bihayê zêrê gramî, ku duh bi 6,184.49 lîreyan girtibû, di heman demê de 6,105.57 lîre ye.