Trump bo Îsraîlê: Êdî bes e
RûpelNews - Serokê DYAyê Donald Trump di parvekirineke li ser platforma medyaya civakî ya Truth Social de daxuyaniyeke balkêş da. Di parvekirina xwe de Trump got, "Îsraîl dê êdî Lubnanê bombebaran neke. DYAyê ev li Îsraîlê qedexe kiriye."
Di daxuyaniya xwe de Serokê DYAyê Trump ragihand ku 'bermahiyên' atomî yên ku ji aliyê bombebaranên B-2yê mane dê bi temamî yên DYAyê bin û di vê pêvajoyê de dê ti veguhestineke darayî çênebe.
Trump destnîşan kir ku DYA dê derbarê vê geşedanê de bi Lubnanê re pêvajoyeke cuda bişopîne û dê mijara Hizbullahê bi awayekî guncaw were çareserkirin.
Di daxuyaniyê de herwiha hat destnîşankirin ku Îsraîl dê êrîşên xwe yên hewayî yên li ser Lubnanê rawestîne, û hat gotin ku operasyonên bi vî rengî ji aliyê DYAyê ve hatine qedexekirin.