TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Trump biryara sandina 1500 leskeran bo Rojhilata Navîn pesend kir

📅 24 gulan 2019 20:29

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara şandina bi qasî hezar 500 leşkerên din bo Rojhilata Navîn pesend kir.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji ber aloziya navbera Amerîka û Îranê daxwaza şandina ji 5 hezaran heta 10 hezar leşkeran bo Rojhilata Navîn kiribû.

Hat ragihandin ku Trump biryara şandina hezar 500 leşkeran pesend kiriye.

Donald Trump piştî daxwazên Pentagonê gotibû, hewce nake leşkerên zêdetir bişînin Rojhilata Navîn.

Trump: Hewce nake hêza nû bo Rojhilata Navîn bê şandin

‘Pentagonê ji Koşka Spî daxwaz kir ku 10 hezar leşker bişînin Rojhilata Navîn'

Parve bike: