Trump banga 'alîkariyê' dike û gefê li NATOyê dixwe
RûpelNews - Trump derbarê pevçûna bi Îranê re, ku niha di hefteya xwe ya sêyemîn de ye, ji rojnameya Financial Times re axivî.
Trump, gef li NATOyê xwar
Trump diyar kir ku divê hevalbendên NATOyê berpirsiyariyeke mezintir bigirin ser xwe da ku çûnûhatina keştiyan a bênavber di Tengava Hurmuzê re misoger bikin. Trump, ku amaje pê kir welatên Ewropayê bi giranî girêdayî petrola Kendavê ne, got ku dê "guncaw" be ku hevalbend piştgiriyê bidin da ku tengav vekirî bimîne.
Dema ku derbarê îhtîmala ku hevalbend piştgiriya çaverêkirî nekin de jê hat pirsîn, Serokê DYAyê wiha bersiv da:
"Me her tim piştgiriya hevalbendên xwe kiriye, lê wan her tim piştgiriya me nekiriye. Eger Ewrûpa û hevalbendên me yên din di vekirîhiştina Tengava Hurmuzê de piştgiriya me nekin, NATOyê rûbirûyî paşerojeke gelek tarî dibe."
Trump her wiha îhtîmala betalkirina serdana xwe ya plankirî ya ji bo Çînê jî wiha axivî: "Ewropayê zêdetir keştiyên paqijkirina mayinan hene. welatên Ewropayê ji DYAyê zêdetir xwedî keştiyên paqijkirina mayinan in." Serokê DYAyê her wiha diyar kir ku ew ji hevalbendên Ewropî piştgiriya leşkerî hêvî dikin û ku ew bi welatên cuda re derbarê Tengava Hurmuzê de danûstandinan dikin.
Almanyayê dubare kir ku ew ê beşdarî operasyonê nebe
Di heman demê de, hikûmeta Almanyayê careke din diyar kir ku ew ê di çarçoveya aloziyên li Tengava Hurmuzê û êrîşên li dijî Îranê de beşdarî operasyoneke leşkerî ya navneteweyî ya muhtemel nebe.
Îdiaya ku Îranê daxwaza agirbestê kiriye
Di parvekirineke li ser medyaya civakî de, Trump îdiaya xwe ya ku Îranê daxwaza agirbestê kiriye, dubare kir. Di parvekirina xwe de, Trump diyar kir ku binesaziya mûşekî ya Îranê hatiye kirin armanc û got, "Îran bi cidî dixwaze bigihîje lihevkirinekê, lê ez nafikirim ku ew amade ne." Lêbelê, rayedarên Îranî îdiayên Trump red kirin û diyar kirin ku wan ti daxwazeke wiha nekiriye.