Tirkiye û Ûkrayna peyman îmze kirin
PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelendkiy îro seredana Tirkiyê kir û bi serokê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoğamn re peyman îmze kir. Piştî îmza peymanê her dû serok derketin ber çapemeniyê û di gelek mijaran de peyaman dan. Mijareka herî girîng mijara Kirimê bû ku Erdoğan ragihand; Kirim di bin îşxalê de ye û wê îlhaqa Kirimê nasnekin.
Mijareka dinê ya bazirganiyê ye ku her welat dixwazin bazirganiya navbera xwe derxin miqdarê 10 mîlyar dolaran. Babeta bazirganiyê di seha sanayiya parastinê, perwerdê, tûrîzm û seha tenduristiyê de ye. Di tûrîzmê de heya niha ji Ûkraynayê 500 hezar kes seredana Tirkiyê kirine.
Hefteya borî ajansa dewleta Ûkraynayê ya ku sîlihan difroşe, CEO yê ajansa UkrSpetsExport Vadym Nozdrya, ji Ûkraynayê bo Tirkiyê sîstema fuzeyên hewayî S-125 (HSFS) teslîmê Tirkiyê kiribûn û Tirkiye ji serî de balafirên bêmirov yên ku ew hildiberîne, heya niha difroşe Ûkraynayê.