TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Tirkiyê kustina leskerekî xwe li Zap-Avasînê ragihand

📅 06 tebax 2022 09:29

PeyamaKurd – Tirkiyê kuştina leşkerekî xwe li Zap-Avaşînê ya Başûrê Kurdistanê ragihand.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, li herêma “Operasyona Pence-Kilîdê” leşkerekî wan hatiye kuştin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê da zanîn, çawişê pispor ê bi navê Reşat Ergin hatiye kuştin.

Herî dawî hat eşkerekirin, di encama êrîşa li binkeheke li herêma operasyonê de, Ergin birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê can daye.

Parve bike: