TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Tirkiyê karwaneke din a leskerî sand Sûriyê

📅 03 berfanbar 2020 21:26

PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê ji bo avakirina xalên nû yên leşkerî, karwaneke ji 30 wesayîtan pêk dihat derbasî nav sînorên parêzgeha Idlib a Sûriyê kir.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku doh artêşa Tirkiyê 30 wesayîtên din ên leşkerî û lojistîk ji dergehê Kerfer Losîn derbasî Idlibê kirin.

SOHRê daye xuyakirin ku ew karwanên leşkerî yên artêşa Tirk, li herêma bêçek û li ser rêya M4 têne belavkirin.

Li gorî amarên SOHRê tomar kirine, heta niha Tirkiyê 7 hezar û 545 wesayîtên leşkerî şandine herêmê.

Parve bike: