TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Tirkiye ji Iraqê radestkirina 166 DAIŞî yên tirk xwest

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 06 gulan 2026 13:04
Tirkiyeyê bi awayekî fermî ji Iraqê daxwaza radestkirina 166 welatiyên tirk ên çekdarên DAIŞê kir. Lêbelê, Iraqê radestkirina 7 çekdaran red kir.

RûpelNews - Tirkiyeyê di çarçoveya peymana radestkirinê ya di navbera Enqere û Bexdayê de, ji Iraqê bi awayeke fermî daxwaza radestkirina 166 welatiyên tirk ên endamên DAIŞê kir.

Ji aliyê Iraqê radestkirina 7 çekdaran bi hinceta ku komkujî li hemwelatiyên Iraqê kirine hat redkirin û Bexda ragihand darizandina 7 kesan dê li dadgehên li Iraqê pêk were.

Ji bo radestkirina çekdarên din di navbera rayedarên Enqere û Bexdayê de hevdîtin tên kirin û rojên bê dê diyar bibe ka radestkirina çend kesan pêk were.

5 hezar û 700 çekdarên DAIŞê ji Sûriyê bo Iraqê hatine veguhestin

Di navbera 21ê Çileyê û 12ê Sibatê ya îsal de, bi giştî 5 hezar û 700 endamên DAIŞê ji Sûriyê bo Iraqê hatine veguhestin. Di nav kesên ku di vê pêvajoya veguhestinê de anîne Iraqê de, 166 endamên DAIŞê yên ku welatiyên Tirkiyeyê ne jî hebûn.

Kujerê komkujiya Suruçê jî di lîsteyê de ye

 Di nav 166 çekdarên DAIŞê yên ku Tirkiyeyê radestkirina wan xwestiye de, ew kesê ku wek "Emîrê Stenbolê" yê rêxistinê tê nasîn jî heye. Tê gotin ew kes berpirsiyarê êrîşa 20ê Tîrmeha 2015an a li Pirsûsê ya li Rihayê ye ku tê de 34 kesan jiyana xwe ji dest dan. (Çavkanî Kisa Dalga)

Parve bike: