TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Tirkiyê Îsraîl tehdîd kir: "Em nahêlin statuya Qudsê were guherandin"

📅 19 gulan 2018 00:11

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, got: "Em nahêlin statuya dîrokî ya Qudsê bê guherandin."

Beriya Civîna Neasayî ya  Teşkîlata Hevkariya Îslamî Civîna Amadekariyê ya Konseya Wezîrên Karên Derve hat kirin.

Çavuşoglu wek serokê rûniştinê axivî û der barê Civîna Teşkîlata Hevkariya Îslamî de wiha got, "Di danezana encama civînê da em ê bang bikin ku em nahêlin statuya dîrokî ya Qudsê bê guherandin."

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu di xeberdana xwe de wiha got, "Divê meqamên Îsraîlê û eskerên Îsraîlê yên guleya berdidin însanên mesûm hesab bidin."

Parve bike: