Jiyan
Tirkiye: Em biryara îlhaqê ya Rûsyayê red dikin
PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê li ser biryara Rûsyayê ya ku herêmên Donetsk, Lûhansk, Kherson û Zaporozhye yên Ukraynayê tevlî axa Rûsyayê dike daxuyaniyek belav kir.
Tirkiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir: “Em biryara îlhaqê ya Rûsyayê red dikin. Ev binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tirkiyê referandûma ne rewa ya ku di sala 2014an de li herêmên navborî hat kirin nas nekir û her carê tekezî li ser piştgiriya xwe ya xurt a ji bo yekparçeyiya axa Ukraynayê, serxwebûn û serweriya Ukraynayê anî ziman. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em biryara dagirkirina Donetsk û Luhanskê red dikin.”