Jiyan
Tirkiye: Bazirganiya me ya li gel Îranê dê berdewam be”
PeyamaKurd - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyê Fatih Donmez ragihand ku, pêbendî bi cezayên Amerîkayê nabin, ji ber pêwendiyên bazirganiyê yên di navbera Tirkiye û Îranê de ne derveyî yasayê ne.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyê Fatih Donmez bo kanaleke wî welatî ragihand, pêbendî bi mueyîdeyên li ser Îranê nabin û pêwendiyên di navbera herdu welatan de dê berdewam bin.
Fatih Donmez tekez kir ku, Enqere salane nêzîkî 9.5 milyar M3 ji gaza sirûştî ji Îranê dikire û rêkeftina hawirdekirina gaza sirûştî ya bi Îranê re ta sala 2026an e û dê berdewam be.
Tê zanîn ku, piştî Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara mueyîdeyên li ser Îranê îmze kir, duh qonaxa yekem a sepandina zextan dest pê kir.