TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Tirkiyê 4 kesên ku bi tohmeta qaçaxiya koçberan hatibûn desteserkirin girt

📅 12 tebax 2022 11:30

PeyamaKurd – Dadgeha Tirkiye, li bajarê Mûgla 4 kesên ku bi tohmeta qaçaxiya koçberan hatibûn desteserkirin girt.

Li gor zanyariyan, hêzên ewlekariya Tirkiye do 10ê Tebaxa 2022ê li navçeya SeydîKemer a Muglayê li daristanekê 89 koçberên neyasayî ligel 4 gumanbarên qaçaxiya koçberan desteser kiribûn.

Herwiha hat zanîn ku îro 11ê Tebaxa 2022ê karûbarên yasayî yên wan gumanbaran li dadgehê temam bûne û her 4 kes ji aliyê dadgehê ve bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatine girtin.

Parve bike: