Cîhan
Tirimbêl li wesayîta polêsan qelibî: 7 kesan mirin
Li Brîtanyayê otomobîlek ku di aliyê şaş de diçû, li wesayîteke polîsan qelibî. Di qezayê de 2 polîs û 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
RûpelNews - Li herêma Cleveland a Brîtanyayê otomobîlek ku di aliyê şaş de diçû, li wesayîteke polîsan qelibî.
Lêkolînên li cihê bûyerê yên ji aliyê xizmetên tenduristiyê û hawarçûnê ve eşkere kirin ku her 2 efserên di wesayîta polîsan de û 5 kesên di otomobîla din de jiyana xwe ji dest dan.
Serokwezîrê Brîtanyayê Andy Burnham di parvekirineke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de peyama sersaxî ji bo kesûkarên miriyan ragihand.
Derbarê qezayê de lêkolîn hat destpêkirin.