TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Temellî diçe serdana Serok Barzanî

📅 05 îlon 2019 18:57

PeyamaKurd – Şanda bilind a siyasî ya HDPê roja Şemiyê serdana Herêma Kurdistanê dike ku Hevserokê HDPê Sezaî Temellî jî tê de cî digire. Hat zanîn ku dê Serok Mesûd Barzanî jî mazûvaniya Temellî û parlamentarên HDPê bike.

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî yekem car serdana Herêma Kurdistanê dike û diçe serdana Serok Barzanî.

Hat ragihandin ku dê şanda HDPê di danûstandin û hevdîtinên xwe yên siyasî yên li Herêma Kurdistanê de, babetên tayînkirina qeyûman bo şaredariyan, geşedanên dawî yên herêmê û rewşa kampa Mexmûrê werîne rojevê.

Li gorî zanyariyan dê şanda HDPê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji YNKê bi Hêro Îbrahîm Ehmed Talebanî, Serokê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî, Emîndarê Komela Îslamî Alî Bapîr, Emîndarê Yekgirtûya Îslamî Selahaddîn Muhammed Baheadîn û hejmarek nûnerên civaka sivîl re hevdîtinan pêk bîne.

Parve bike: