Tayip Erdogan li ser mirina Mursi axifî
PeyamaKurd- Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li ser wefa serokê Misrê yê berê Muhammed Mursi ku di dadgehê de, di dema darizandinê de wefat kir, weha got:
“ Mixabin ev bûyer li dadgehê bûye. Bo birayê me Mursi, bo şehîdê me ji Xwedê rehmetê dixwazim.”
Mursi bi awayeka demokratîk hatibû hilbijartin lê piştî Sisi darbe kir, Mursî xiste zîndanê û ev 6 sale ku di zîndanê de ye. Erdoğan got ku bi rêya demokrasiyê, ji %52 dengan hatibû ser hukim. Sisi bi derbê hat serê Misrê û 50 kes ji Misriyan îdam kir. Erdoğan weha dewam kir:
“Rojavayî bo van îdamên Sisi bê deng man. Endamên Yekîtiya Awrûpayê di welatên xwe de îdamê qedexe kirine lê mixabin bo daweta Sisi çûne civînê. Ev ne tenha dirûtiye lê pirrûtiye. Li cem xwe hunê îdamê qedexe bikin û ji Tirkiyê re bêjin îdamê rakin lê ew Misra ku 7 gênca îdam kir, hunê herin, li wê derê bikevin civîna navdewletî. Ev 5 sal zêdeye ku birayê me Musi bi jevalên xwe ve di zîndanê de ye. Ez şubheyan daîtînim rexekî, emriheq waqî bû û şehîd ket. Diayên me bo wî ne. Sersaxiyê bo malbata wî û hevalên wî dixwazim.”
Erdoğan di ser hesabê xwe yê Twitterê de bi wêneyê Musi re peyama sersaxiyê belav kir. Di twittera xwe de weha got:
“ Serokkomarê yekeme ku li Misrê bi hilbijartinê hatiye serî. Bi xemgînî min wefata birayê xwe Muhammed Mursi bihîst. Ew Muhammed Mursiyê ku di dîrokê de têkoşîna demokrasiyê dida, bo şehîd Mursi ji Xweda rehmetê dixwazim.”