TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Talîbanê li baregeha Amerîka jê vekisiyabû pêsandana leskerî kir

📅 31 tebax 2022 21:18

PeyamaKurd – Rêveberiya Talîban a Afganistanê, di salvegera vekişîna Amerîkayê ji Afganistanê de, li baregeha amerîkî pêşandaneke leşkerî kir.

Hat ragihandin ku merasîma pêşandana leşkerî ya Talîbanê li navçeya Bagram a wîlayeta Pervanê di nav baregeha Amerîkayê ya ku hêzên xwe vekişandine de, hat kirin.

Bargeha Asmanî ya Bagramê, baregeha herî mezin a Amerîkayê ya li Afganistanê bû.

Di pêşandana leşkerî ya Talîbanê de, tank, helîkopter, wesayît û alavên leşkerî yên ji hêzên Amerîkayê mane û çek û moşekên cuda hatina pêşandin.

Parve bike: