TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Talabanî: Ger êriş berdewam bikin emê bi xwe destwerdanê bikin

Emin Aba
Koordînator
📅 08 adar 2026 17:20
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talabanî, derbarê aloziyên li herêmê û êrîşên li ser Herêma Kurdistanê de li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyaniyek belav kir. Talabanî spasiya xweragirtina gel kir û hişyarî da ku heger êrîş neyên rawestandin, ew ê bi xwe destwerdanê bikin.

RûpelNews - Bafil Talabanî di destpêka peyama xwe de bang li gelê Kurdistanê kir û got: "Hevwelatiyên hêja yên Herêma Kurdistanê; Herêma Kurdistanê di şevên dijwar de derbas dibe. Em spasiya we dikin ji bo xweragirtin û têgihiştina we ya li hemberî vê rewşa aloz, ku ev yek daxwaza me jî ji hevwelatiyên me yên wêrek û ezîz re."

Trafîka dîplomatîk a asta bilind

Talabanî diyar kir ku ji bo kêmkirina rageşiyê bi aktorên navneteweyî re di nav peywendiyê de ne: "Di rojên borî de, me ji bo parastina Kurdistanê di vê rewşê de hemû hewildanên xwe yên dîplomatîk dan destpêkirin. Me di asteke bilind de bi lîderên Êranê, Amerîka û Tirkiyeyê re axivî." Talabanî her wiha got ku piştî axaftina Serok Trump û Serok Pezeşkiyan, ew li benda dûrketina alozî û rageşiyê ji Herêma Kurdistanê ne.

Navên "êrîşkarên li dijî Kurdistanê" radestî Bexdayê hatin kirin

Serokê YNK’ê aşkera kir ku wan zanyariyên şênber derbarê êrîşkarên li ser Kurdistanê dane hikûmeta navendî: "Me navên hinek kes û aliyên ku êrîşî Herêma Kurdistanê dikin radestî Bexdayê kirine. Em li benda Bexdayê ne ku gavên pêwîst biavêje. Ez dizanim ku dostên me yên li Bexdayê dê ji bo rêgirtina li zêdebûna rageşiyê her tiştê ji destê wan tê bikin. Lê heger gavên pêwîst neyên avêtin, em ê bi xwe bi vê mijarê re mijûl dibin û emê bi xwe destwerdanê bikin."

Banga aramî û aştiyê

Talabanî bal kişand ser dîroka Iraqê û got: "Iraq xwedî şaristaniyeke mezin û dîrokeke taybet e. Divê hemû hewildanên şaristanî yên ku armanca wan aramî û aştî ye ji vê herêmê jî dest pê bikin."

Parve bike: