TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Swêd: Em di mijara PKKê de pir zelal in!

📅 05 hezîran 2022 12:27

PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Swêd Robert Rydberg, da xuyakirin ku ew di wê baweriyê de ne ku wê Tirkiye endamtiya wan a NATOyê bipejirîne û got, helwesta wan a bo PKKê zelal e.

 Rydberg, bal kişand ser ku welatê wî ti alîkariyê nade ti rêxistineke terorî û ne mimkun e çekan jî bide wan.

Robert Rydberg destnîşan kir, wan pozîsyoneke zelal li hember PKKê wergirtiye û got: ”Hem wek Swêd hem jî wekî Yekîtiya Ewropa, em di mijara mesafe danîna bo rêxistina terorî PKKê de, pir zelal in. Êdî maye ku em vê bi Tirkiyê bidin qebûlkirin û şaşfahmkirinan çareser bikin.”

Parve bike: