TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Sûriye | Peykeke fezayê li devera artêsa Tirkiyê ket

📅 28 tebax 2019 20:27

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku peykek ji fezayê bi ser herêma jêr kontrola Tirkiyê ya Sûriyê de ketiye.

Li gorî çavkaniyên herêmê, peyk li gundê Şir Nasir ê bajarê Cerablusê ketiye ku ew dever bi operasyona Mertala Firatê ketibû jêr kontrola artêşa Tirkiyê.

Derbarê nasnameya welatê xwediyê wê peykê de, ti zanyarî belav nebûne. Tê gotin ku dê artêşa Tirkiyê li ser ketina wê peykê lêkolînê bike.

Parve bike: