Jiyan
Sûriye operasyon kir ser hedefên DEASê
PeyamaKurd- Artêşa Sûriyê li başûrê payîtext Şamê, li herêma Hecer ûl Eswedê û kampa Yarmûkê ciyên DEAŞê kir hedef. Li deverê tunelên binê erdê yên DEAŞê hene û artêşa Sûriye bo ser wan operasyonan da destpêkirin.
Hat ragihandin ku armanca operasyonê ew e ku endamên DEAŞê nekevin herêmê û ji herêmê dernên. Artêşa Sûriyê di operasyonên hewayî de herêmê xistiye bin bombebaranê.