TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Sûriye li Hewlêrê konsolxane vedike

📅 03 tebax 2026 14:45
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand ku Sûriye ji bo ku li paytext Hewlêrê konsolxaneya xwe veke di nava amadekariyê de ye.

RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 3ê Tebaxa 2026ê bi serdaneke fermî gihîşt bajarê Şamê yê paytexta Sûriyeyê û ji aliyê Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera ve hat pêşwazîkirin.

Di derheqa naveroka wê serdanê de, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: "Rola Herêma Kurdistanê di wan pirsên ku li deverê rû didin de roleke erênî û qebûlkirî ye û em dê li ser van pêngavên xwe berdewam bin."

Dilşad Şehab eşkere jî kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di wê hevdîtinê de tekez li ser pêşxistina peywendiyan kiriye. Ji aliyê xwe ve, Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera bi rêz û hurmet ve li rola Herêma Kurdistanê ya di rûdanên borî de nêriye.

Şehab got: "Niha Sûriyeyê pêngavên xwe ji bo vekirina konsulxaneya xwe li Hewlêrê dest pê kirine. Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Ehmed Şera kiriye ku serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê bike."

Parve bike: