TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Sûriye ji biryarê nerazî ye, banga civînê li KENYê kir

📅 27 adar 2019 16:15

PeyamaKurd – Hikûmeta Sûriyê nerazîbûna xwe li hemberî biryara Amerîkayê ya naskirina serweriya Îsraîlê ji bo Girên Golanê nîşan da û banga civînê li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir.

Hikûmeta Sûriyê daxwaz ji KENYê kir ku ji bo mijara Girên Golanê bicive.

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi îmzekirina biryara Girên Golanê re serweriya Îsraîlê nas kiribû û wekî erda Îsraîlê pênase kiribû.

Girên Golanê ku di navbera sînorên Sûriye-Îsraîlê de ne, ji sala 1967an ve di bin kontrola Îsraîlê de ne.

Parve bike: