TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Supaya Pasdaran ji bo Apple û Google: Hûn armancên me yên rewa ne

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 02 nîsan 2026 13:47
Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku di beramberî kuştina berpirsên payebilind ên welat de, ew ê êrîşî şîrketên teknolojiyê yên mezin ên Amerîkayê bikin. Îran van şîrketan bi wê yekê tohmetbar dike ku di "terorkirina serkirdeyên Îranî" de roleke sereke lîstine.

RûpelNews - Di daxuyaniya Sipaha Pasdaran de hat diyarkirin ku şîrketên wekî Apple, Google, Meta û Tesla wekî "armancên rewa" tên dîtin. Sipaha Pasdaran bang li karmendên van saziyan kir ku "demildest cihên xwe biterikînin" û daxwaz ji xelkê sivîl kir ku bi qasî kîlometreyekê ji avahiyên van şîrketan dûr bikevin.

Lîsteya "Şîrketên Sîxuriyê"

Supaya Pasdaran lîsteyek belav kir ku tê de navên şîrketên wekî Cisco, HP, Intel, Microsoft, IBM, Nvidia û Boeing hene û wekî "şîrketên sîxuriyê" hatine pênasekirin. Her wiha artêşa Îranê ragihand ku bi rêya dronan êrîşî bingehên şîrketên Siemens û AT&T yên li Îsraîlê kirine, ji ber ku alîkariya serbazî didin Tel Avîvê.
 

Parve bike: