'Sûcdarê kuştina Qasimlo di şanda danûstandinê ya Îranê de ye'
RûpelNews - Ghaderi diyar kir ku kujerê siyasetmedarê kurd Ebdulrehman Qasimlo, ku di sala 1989an de li Viyanayê hatibû kuştin, endamê şanda ku beşdarî danûstandinên Îranê yên bi DYAyê re dibe, ye.
Di parvekirineke li ser hesabê xwe yê Xê de Ghaderi, kesê navborî wekî Mihemed Cefarî Şehrarûdî nasand û destnîşan kir k udi gel ku biryara girtinê ya navneteweyî li dijî wî heye, dîsa jî Şehrarûdî di şanda danûstandinê de cih digire.
Ghaderi her wiha destnîşan kir ku gelek navên di şanda Îranê de bi Supaya Pasdaran ve girêdayî bûn, û diyar kir ku ev kes di sûcên li dijî gelê Kurdistanê û Îranê de beşdar bûne.
Ji aliyê rayedarên Îranê ve derbarê mijarê de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Di vê navberê de, danûstandinên di navbera DYA û Îranê de îro li paytexta Pakistanê Îslamabadê, dest pê kirin.
قاتل دکتر قاسملو، عضو هیئت مذاکرهکننده ایران با آمریکا در پاکستان
— M.Saleh Ghaderi (@SalehGhaderi) April 11, 2026
این تصویر «محمد جعفری صحرارودی» است؛ همان تروریستی که قاتل دکتر عبدالرحمن قاسملو و همراهانش در سال ۱۹۸۹ در وین اتریش میباشد. نامبرده علیرغم اینکه حکم بازداشت بینالمللی دارد، یکی از اعضای هیئت مذاکرهکننده رژیم… pic.twitter.com/HbDE5PclsM