TR KU AR
FB X IG
Jiyan

SOHR: Tirkiyê 400 çekdarên din derbasî Azerbaycanê kir

📅 19 cotmeh 2020 00:40

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku Tirkiyê 400 çekdarên din ên ji Sûriyê ji bo şerê Qerebaxê derbasî Azerbeycanê kir.

SOHRê da zanîn ku 400 çekdarên ji bo Azerbeycanê  hatine şandin, ji koma Sultan Murad û Hemzat û komên din pêk tên.

Li gorî hejamarên SOHRê heta niha belav kirine, hejmara çekdarên gihîştine Azerbeycanê, herî kêm 2 hezar û 50 çekdar in.

Parve bike: