TR KU AR
FB X IG
Jiyan

SOHR: Balafirên ser ên nenas baregehên milîsên ser bi Îranê ve bombebaran kirin

📅 15 berfanbar 2022 14:02

PeyamaKurd Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova ragihand, balafirên şer ên nenas baregehên milîsên ser bi Îranê ve li gundewarê Dêrazorê bombebaran kirin û di encamê de hejmarek çekdar hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova (SOHR) diyar kir, şeva borî balafirên nenas bingehên milîsên ser bi Îranê ve li gundewarê bajarê Meyadîn ê li parêzgeha Dêrezorê bombebaran kirin.

Ji aliyekî din ve medyaya Erebî da zanîn, êrîş ji aliyê balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ve hatiye kirin û di encama wê êrişê de 3 çekdarên ser bi Îranê hatin kuştin û çend çekdarên din jî birîndar bûn.

Parve bike: