TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Sirin: “Li ser îada xebatkarên MIT ê yên di destê PKK ê de diaxifîn”

📅 19 mijdar 2022 00:07

PeyamaKurd – Parlementerê berê yê meclisa Tirkiyê Emin Şirin tevlî bernama TV5 ê bû û li ser teqîna Îstenbolê ya li Taksimê û pêvajoya berya wê axifî. Şirin got ku;

“Berya ku ev bûyer biqewime, tê axaftin ku wezîfedarên MİT ê yên di destê PKK ê de ne, ji bo wan îadeyê Tirkiyê bikin, hevdîtinên di mijarê de hatibûn asta dawiyê.”

Parlementerê berê Şirin got ku di babeta kulîsan de agahiyên wî hene û weha dewam kir:

“Dema li ser van karan hevdîtin dibin, tişta ku Toygur Atilla nivîsandiye girînge, yanî bi rastî jî Demirtaş hefteya borî bi Abdullah Öcalan re hevdîtin kir an na? Berya vê bûyerê, mijareka dinê heye; niha nediyare bê kî bimîne û kî here.

Di kûlîsan de, ew kûlîsên ku agahiyên baş digihinê de, tê gotin berya ev bûyer bibe, mijara îada ew 6 an 7 kesên MİT ê ku di destê PKK ê de gitîne, hevdîtinên îada wan hatibûn sefha herî dawiyê. Gelo têkiliya vê bûyerê bi ya îadê heye an na, me got em jî parvekirinekî bikin belkî bixwazin vêya jî vekolin.

Sibê jî wê di meclisê de, li ser budça wezareta karên hundir ya Tirkiyê biaxifin. Ji ber ne zindiye em dilxweş bibin? An em xemgîn bibin, nizanim.”

Parve bike: