TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Silopî | PKKê bi roketan êrîsî xala kontrolê kir

📅 26 tîrmeh 2019 19:19

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 3 PKKiyîyan îro bi roketan û çekên luledirêj êrîş biriye ser xaleke kontrolê ya leşkerî li navçeya Silopî ya Şirnexê.

Li gor ragihandina medya tirk, xala kontrolê ya Ortakoy a Silopî rastî êrîşa 3 PKKiyan hatiye û piştî bi roket û çekên luledirêj êrîş kirine ji cihê bûyerê dûr ketine.

Hat diyarkirin ku di encama wê êrîşê de 2 leşker birîndar bûne û li herêmê jî operasyon ji bo desteserkirina wan kesan hatiye destpêkirin.

Parve bike: