Şîfa Barzanî: Serok Barzanî emir kiriye ku em kurdayetiyê bikin
RûpelNews - Îro li bajarê Bonnê yê Almanyayê, di bin navê "Paşeroja Perspektîfan û Hêza Dîasporayê" de bi mebesta guftûgokirina pêşeroj û pozîsyona stratejîk a dîasporaya kurd konferanseke akademîk tê lidarxistin.
Di konfenransê de Serpereştyarê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî, ji RûpelNewsê re behsa armanca diasporaya Kurdistanê kir.
Şîfa Barzanî got, “Cenabê Serok Barzanî ji me re emir kiriye, gotiye herin kurdayetiyê bikin, hizabyetiyê nekin” û wiha axivî:
“Çimkî doza gelê me 40-50 salên di rabirdûyê de, ew a ku hizabyetî hatî kirin, me rêz bo hemî hizban heye, bo xizmeta wan û çareseriya wan kirî, mandûbûna wan kirî. Lê belê niha li Ewropa di serdema nû de modela hizbayetî û îdeolojiyê nemaye.”
Rola ciwanan li welatên biyanî
Şîfa Barzanî derbarê rola ciwanên kurd ên ku li dîasporayê dijîn, wiha got:
“Lazim e em rolê gencan berz bikin, li dê derê li welatên derve biçin nav siyaset û werziş û kulturên welatên Ewropî ve Amerîka ku doza gelê me zêdetir li wan bidin nasandin. Em li ofîsa xwe rûnin, li gel alaya Kurdistanê ya hizba xwe bilind bikin, ev tê wê wateyê ku em li vê derê hizbayetiyê dikin. Mixabin kes me nas jî nake. Mezin û kiçikên me, heta vê gavê kes resmî nehatiye nasandin. Kesê ofîs nîne. Bes nav bûye û girift bo hevdu çêkirine. Vêce ev model nemaye bi rastî. Modela kurdayetî heye. Em lazim e li derve kurdayetiyê bikin, divê em hewl bidin ku hemî kes di bin alaya Kurdistanê de kom bibin. Bi yek deng hawar bikin; belê em neteweyek in, em hene, em nayên jinavbirin û asîmîlekirin, çi li vê derê çi li nav welêt bi xwe. Erkê me qurs e bi rastî, lê em berdewam in li ser xebatê. Hêvîdar in denge me bigihe hemû layekê. Em cidî ne li ser vê riyê. Karê me ew e ku em bikarin di ayîndeyê de yekrêzî û yekdengiya miletê xwe bi emelî cîbecî bikin ne bi axaftinên li ser şaşeyên televizyonê.”
“Em ewil kurd û Kurdistanî ne”
Şîfa Barzanî li ser pirsa, “Çima kurd di bin yek sîwanê de kom nabin” ev bersiv da:
“Mixabin kultur e. li Rohilata Navîn heta vê gavê fikra eşîretî û hizbayetî ya teng, li ser hizra neteweyî re ye. Yanî lazim e em vê derbas bikin. Em dê bibêjin belê em ewil kurd in, Kurdistanî ne, paşê em hizbî ne, ser bi eşîretekê ne. Ev hizir nemîne, dê bi hêsanî be.”