TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Şeybanî: Vegerandina bi zorê dê li Sûriyê bibe sedema kaosê

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 13 gulan 2026 15:29
Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Hesen Şeybanî got ku neçar kirina bi sed hezaran sûriyên ku li Ewropayê dijîn bêyî piştgiriya darayî ji bo vegerê, dê li welêt bibe sedema kaosê.

RûpelNews - Di hevpeyvîna xwe ya ji bo Euronewsê de, Şeybanî got, "Me hişyarî dabû ku neçar kirina sûriyan ku li dijî daxwaza wan û bi awayekî ku rûmeta wan binpê dike vegerin, dê bibe sedema kaosê."

Şeybanî her wiha destnîşan kir ku di derbarê hejmara yên vegerayîn an jî yên ku tê payîn vegerin de ti lihevkirineke fermî nîne.

Şeybanî got, "Em vegera lezgîn û bêserûber a sûriyan teşwîq nakin" û lê zêde kir ku jinûve avakirina aboriyê û peydakirina kar ji bo vegerên berfireh pêşmerc in.

Daxuyaniya Serokwezîrê Almanya

Hikûmetên Ewropayê bi pêşengiya Almanyayê her wiha bang li rayedarên Sûriyê kirin ku vegera welatiyên sûrî yên ku li Ewropayê dijîn hêsan bikin.

Serokwezîrê Almanya Friedrich Merz di destpêka îsal de diyar kiribû ku divê heta sala 2030an nêzîkî ji sedî 80ê ji wan milyon sûrî yên ku dema şer dest pê kir ji welêt reviyan, vegerin Sûriyê.

Pêşniyara Merz bû sedema nîqaşan. Rêxistinên mafên mirovan û partiyên opozîsyonê hişyarî dan ku vegerên bi zorê dikarin jiyana bi hezaran mirovan bixe xeterê.

Şeybanî, gotinên Serokomar Ehmed Şera dubare kir û diyar kir ku hikûmeta Şamê ne ji bo armanceke taybet a vegeran soz daye û ne jî li ser bernameyeke demî li hev kiriye.

Parve bike: