TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Sêwirmendên leskerî yên Holandî û Almanî bi fermandarên hêzên 70 û 80 yên Pêsmerge re civiyan

📅 15 adar 2022 16:58

PeyamaKurd – Şandeke ji fermandar û şêwirmendên leşkerî yên Holanda û Almanyayê pêk dihat bi fermandarên Pêşmerge yên hêzên 70 û 80 û Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl re civiyan.

Hat ragihandin ku civîna ligel şêwirmendên leşkerî yên Holandî û Almanî bi fermandar û Wezareta Pêşmerge re di çarçoveya çaksazî, yekxistin û bihêzkirina hêzên Pêşmerge de hatiye kirin.

Wezareta Pêşmerge piştî civînê ragihand ku şêwirmendên leşkerî yên Holandî û Almanî îro 15ê Adarê ligel fermandarên hêzên 70. û 80. yên Pêşmerge re civiyane û armanca vê civînê ji nû ve sazkirin û yekxistina hêzên Pêşmerge bûye ku wê ev hevkarî berdewam bike.

Parve bike: