TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Şêwirmendê Xamineyî: Di cîhanê de ti hêz nikarin Hurmizê ji serdestiya Îranê derxîne

📅 16 tîrmeh 2026 09:53
Elî Akbar Wîlayetî  yê ku Şêwirmendê Sereke yê Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Muctaba Xamineyî ye, diyar kir ku Tengava Hurmizê di bin serdestiya Îranê de ye û lê zêde kir, "Tu hêzeke cîhanî nikare vê serdestiyê ji holê rake."

RûpelNews - Li gorî televîzyona dewleta Îranê, Wîlayetî li ser aloziyên di navbera DYA û Îranê de yên derbarê Tengava Hurmizê de axivî.

Di daxuyaniya xwe de, Velayetî got, "Tengava Hurmizê ya Îranê ye, û tu hêzek li cîhanê nikare wê ji serweriya Îranê bistîne."

Wîlayetî, ku îdia kir Tengav "yek ji destkeftiyên şerê 40-rojî" ye, anî ziman ku Tengava Hurmizê li ser fermana Ayetullah Muctaba Xamineyî ketiye bin serweriya Îranê.

Tengava Hurmizê yek ji wan rêyên avê yên stratejîk e ku pareke girîng a şandiyên neft û gaza xwezayî yên cîhanî jê derbas dibin.

Parve bike: