TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Sêwirmendê Trump û Erdogan hevdîtinek pêkanîn

📅 27 sibat 2019 20:03

PeyamaKurd - Şêwirmendê  Serokê Amerîkayê Donald Trump û zavayê wî Jared Kushner li Tirkiyê li gel Serokê Receb Tayîb Erdogan civiya.

Îro Şêwirmendê  Serokê Amerîkayê Donald Trump û zavayê wî Jared Kushner di serdanekê de geheştibû Tirkiyê û ji aliyê berpirsên wî welatî pêşwazî lê hatibû kirin û li koşka serokatiya Tirkiyê li gel Erdogan civiya.

Li gor daxuyaniya serokatiya Tirkiyê şêwirmendê Trump babetên kirîza Sûriyê û biryara vekişîna ji wî welatî û pêwendiyên herdu welatan li gel Erdogan gotûbêj kirin

Tê çaverêkirin ku, Kushner di çarçoveya gera xwe ya li Rojhelata Navîn de, piştî Tirkiyê serdana Qeter, Îmarat, Siûdî û çend welatên jî bike û tê destnîşankirin, bo pêkanîna vê planê 65 milyar dolar hatine terxankirin.

Parve bike: