TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Serokwezîrê Yûnanistanê serdana Tirkiyê dike û bi Erdogan re dicive

📅 07 adar 2022 16:24

PeyamaKurd – Serokwezîrê Yûnanistan Kiryakos Miçotakis, piştî serdana Serokomarê Îsraîlê İsaac Herzog bi demekê serdana Tirkiyê dike.

Hat ragihandin ku 13ê Adarê Miçotakîs serdana Tirkiyê dike û ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di çarçoveya asayîkirina têkiliyên navbera herdu welatan de, Serokomarê Îsraîlê İsaac Herzog jî di rojên 9-10ê Adarê de serdana Tirkiyê dike û bi Erdogan re dicive.

Li gorî zanyariyan wê di hevdîtina Erdogan û Miçotakis de mijara sereke şerê Rûsya û Ûkraynayê be û wê Miçotakis li Stenbolê serdana Patrîkxaneya Fener a Rûm jî bike.

Parve bike: