TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Serokwezîrê nû yê Iraqê hat hilbijartin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 14 gulan 2026 22:10
Parlementoya Iraqê kabîneya Elî Zeydî hat pesend kir.

RûpelNews - Li Parlamentoya Îraqê ji bo namzedên wezaretên kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê deng hat dayîn. Di dengdanê de kabîneya Elî Zeydî hat pesendkirin û 14 kesan ji bo wezîrtiyê dengên pêwîst bi dest xistin.

5 namzedan dengên pêwîst bi dest nexistin

Li gorî nûçeya Rûdawê, îro bi amadebûna 270 parlamenterên Îraqê ji bo 19 namzedên wezaretan deng hat dayîn.
Lê belê 5 ji wan namzedan dengên pêwîst bi dest nexistin û nekarîn bibin wezîr.

9 wezaret mane

Li Îraqê 23 wezaret hene.
Li gorî vê encamê, hîn 9 wezaret mane ku wezîrên wan werin hilbijartin.
Ew kesên ku dengên pêwîst bi dest xistin û bûn wezîr ev in:
1- Fuad Husên: Wezîrê Karên Derve
2- Xalîd Şiwanî: Wezîrê Dadê
3- Mistefa Cebar Sened: Wezîrê Ragihandinê
4- Sirwe Ebdulwahid: Wezîra Jîngehê
5- Ebdulkerîm Ebtan Cibûrî: Wezîrê Perwerdeyê
6- Dr. Ebdulhusên Mûsewî: Wezîrê Tenduristiyê
7- Musenna Temîmî: Wezîrê Çavkaniyên Avê
8- Basim Mihemed Xuzeyr: Wezîrê Petrolê
9- Mihemed Kerbûlî: Wezîrê Pîşesaziyê
10- Falih Sarî Ebdaşî: Wezîrê Darayiyê
11- Elî Seid Wehîb: Wezîrê Karebayê
12- Weheb Hesenî: Wezîrê Veguhastinê
13- Mistefa Anî: Wezîrê Bazirganiyê
14- Ebdulrehîm Şemerî: Wezîrê Çandiniyê
Ew namzedên ku dengên pêwîst bi dest nexistin ev in:
1- Qasim Eta: Namzedê Wezareta Karên Navxwe
2- Rêbaz Hemlan: Namzedê Wezareta Avedankirinê
3- Ehmed Ezawî: Namzedê Wezareta Plandananê
4- Amir Xuzaî: Namzedê Wezareta Xwendina Bilind
5- Sefa Kenanî: Namzedê Wezareta Werziş û Ciwanan
Tê payîn ku di rûniştinên bê yên parlamentoyê de, çarenivîsa 9 wezîrên din ên kabîneya Zeydî were diyarkirin.

Parve bike: