TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Serokwezîr: Pêwîst e nifşên nû bizanibin ku ev destkeftî bi xwîna şehîdan hatine

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 14 nîsan 2026 12:23
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro bi boneya 38emîn salvegera tawanên Enfala bednav, peyamek weşand û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku erkên xwe yên destûrî û exlaqî di warê qerebûkirina malbatên qurbaniyan de bi cih bîne.

RûpelNews - Barzanî Enfal wekî "yek ji hovtirîn tawanên paqijiya nijadî û jinosîdê" pênase kir ku ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve li dijî gelê Kurdistanê hatibû kirin û bûbû sedema windabûn û şehîdbûna bi hezaran mirovên bêguneh û wêrankirina hezaran gundan.

Peyam bo nifşên pêşerojê

Serokwezîr tekez kir ku divê ev jinosîd her dem di bîra me de be û wiha got: "Pêwîst e nifşên nû bizanibin ku destkeftiyên me yên îro ne bi hêsanî hatine û kesî xêr bi me nekiriye; ev berhema xebat û xwîna bi hezaran şehîdên serbilind in."

Banga ji bo qerebûkirinê

Di peyamê de careke din hat destnîşankirin ku hikûmeta federal a Iraqê berpirs e ku bi şêweyekî şayiste qerebûya malbatên şehîd û enfalkiriyan bike. Barzanî di dawiya peyama xwe de silavên xwe ji bo giyana pak a hemû şehîdên Kurdistanê şand.

Parve bike: