Kurdistan
Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Xwedê Kurdistanê biparêze
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Cejna Remezanê pîroz kir.
RûpelNews - Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta Cejna Remezanê peyamek belav kir.
Barzanî di peyama xwe de wisa got:
“Bi minasebeta hatina cejna pîroz ya Remezanê gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Hêvî dikim Xwedayê mezin û mîhreban rojî û xwedaperestiya hemû aliyan qebûl bike û cejn bibe sedema şadî, aramî û dawîanîn bi şer û aloziyan li deverê û cîhanê de.
Cejna Remezanê pîroz be û Xwedayê mezin Kurdistan biparêze.”