Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Haya me ji çekên Amerîkayê nîne
RûpelNews - Serokwezîr Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamegeriyê de bersiv da pirseke li ser îdiayên radestkirina çekan a Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistanê û got:
"Divê ev pirs ji rayedarên Amerîkayê bi xwe were pirsîn çimkî eger Amerîkayê çek radest kiribin, bê guman dizane bê ma radestî kê kirine. Ez dikarim li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibêjim, em ne agahdar in. Bila ew aliyê ku Amerîkayê çek radestî wî kirine paşê eşkere bibe."
Her wiha Cihgirê Birêvebirê Ofîsa Mesrûr Barzanî Ezîz Ehmed li ser hesabê xwe yê Xê nivîseke li ser zarê Mesrûr Barzanî belav kir.
Di wê nivîsê de hatibû nivîsandin ku "Herêma Kurdistanê ji şandina ti barên çekan ên aliyê ji Amerîkayê ve ne agahdar e."
Îdiayên Trump
Donald Trump 5ê Nîsana 2026an di hevpeyvîneke telefonî ya bi nûçegihanê kanala Fox Newsê Trey Yingst re gotibû, îdareya wî bi rêya navbeynkarên Kurd "gelek çek" ji bo xwenîşanderên li Îranê şandine.
Trump daxuyandibû ku çek negehiştine destê kesên mebest, çimkî "Kurdan çek ji bo xwe birine."
11ê Gulanê jî Trump bi rojnamevanan re axaft û îdiaya xwe ya derbarê peydakirina çekan ji bo kurdan dubare kir û gotr ku xwepêşanderên îranî nekarîbûn derkevin kolanan ji ber ku çekên wan tunebûn.
"Me digot qey dê kurd çekan ji me re bigihînin, lê kurdan em bêhêvî kirin. Kurd tenê distînin, distînin, distînin" û wiha domand:
"Kurd di Kongreyê de xwedî navûdengeke pir baş in. Kongre dibêje, 'Ew di şerî de dijwar in' Na, ew bi dijwarî şer dikin dema ku pere distînin. Ji ber vê yekê ez ji kurdan pir bêhêvî bûme. Lê çek dan wan. Bi ser de, min gotibû ku ev dê kêr neyê û divê ez vê yekê destnîşan bikim. Ez li dijî tiştê ku hat kirin derketim. Wan çek dan. Min got, 'Ev dê tu carî negihîjin cihê xwe.'"
Kurdan ev îdia bi tundî red kirin
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî di daxuyaniyekê de diyar kir ku gotinên Trump peyameke giştî ya piştgiriyê ji bo gelê Îranê bûn, ne ku piştrastkirina veguhestineke çekan a taybet bû.
Gelek rayedarên Herêma Kurdistanê jî diyar kirin ku ew nizanin ti çek ji aliyê amerîkiyan ve radestî kurdan hatine kirin.
Partiyên li Rojhilatê Kurdistanê jî ev îdia bi tundî red kirin û diyar kirin ku wan ti alîkariyeke çekan wernegirtiye.