TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em şehîdan bi rêz û hûrmet bi bîr tînin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 16 nîsan 2026 11:35
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya 39emîn salvegera bombebarankirina Balîsan, Şêx Wesan û Geliyê Xuşnawatiyê di peyama ku belav kir de bang li hikûmeta federal ya Iraqê kir ku kesûkarên qurbaniyan qerebû bike.

RûpelNews - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peyama xwe de ragihand ku ew şehîdên Balîsan, Şêx Wesan û Geliyê Xuşnawatiyê bi rêzdarî bi bîr tîne.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de wiha got:

“Di 39emîn salvegera bombebarana kîmyewî ya Balisan, Şêx Wasan û Geliyê Xuşnawatiyê de, em şehîdan bi rêz û rûmet bi bîr tînin, û em ji bo têkoşîn û qurbaniyên gelê wê herêmê gelekî spasdar in. Em careke din tekez dikin ku divê Hikûmeta Federal bi awayekî guncaw tezmînatê bide malbatên şehîdan û koçberan.”
 

Parve bike: